Ji namzetê serbixwe Şehzade Demîr peyamên girîng

Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de namzetê parlementerê serbixwe yê HUDA PAR destegîre dide Şehzade Demîr got: Gelê me eleqeyek mezin nîşanê me didin. Reqîbê me li dijî me kampanyayek biqestî dimeşînin. Li ser vîn û îradeya gel zordestîyek mezin heye lê emê

Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de namzetê parlementerê serbixwe yê HUDA PAR destegîre dide Şehzade Demîr, di bergehe hilbijartinan de xebatên xwe bê navber didomîne.   Namzetê parlementerê serbixwe Demîr îfade kir ku, Li navenda Şirnexê û navçeyên Şirnexê eleqeyek mezin gel nîşanê wan didin.

Demîr axaftina xwe wiha domand: Reqîbê me kampanyayek biqestî  li dijî me dimeşînin. Li ser vîn û îradeya gel zordestîyek mezin heye lê  bi destura Xwedê emê vê zordestîy ji holê rakin. Divê ev zordestîya li xelkê me tê kirin demildest ji holê rabê.

Demîr ragihand ku xebatên hilbijartênên wan didiomê û axaftina xwe wiha berdewam kir: Em û sazîyên xwe xebatên mezin dimeşînin.  Me eleqeyek mezin  bi hêvî ji xelkê xwe sitand.

Demîr her wiha got li herêmê hilbijartinek bi dadmendi tuneye û wiha ragihand: Ji ber vê yekê di nav gel de metirsîyek mezin heye. Xelk dixwazin hilbijartinek bi aramê pêk bê.

Demîr da zanîn ku dibe ku HDP di bin bendava hilbijartênê de bîmîne û axaftina xwe wiha domand: Gelê me jî ev rastî hêdê hedê êdî dît û ji ber vê yeke naxwazin rayên wan were şewitandin. Li dijî me kampanyayek biqestî dimeşînin Ji bo me dibêjin ‘siûda vana tuneye, rayên xwe nedîn wan’  xebatên bi cidî û astngî  li ber me dar dixin. Bi van astengên ku li ber me li dar xistinin dixwazin rengên rayên xelkê biguherînin.

Demîr her wiha îfade kir: Hemd ji Xwedê re em bawerîyê bi gele xwe tîne û ji bo xelkê me bernameya me heye. Di derbarê pirsgirêka kurd  û derbarê aborîyê de proje û pêşnumayên me hene. Proje û pêşnumayên partîyên din di derbarên van pirsgirêkan de tuneye. Hertim çareserîya paşdixin. Ji ber vê yeke ji çiqas derbas dibe pirsgirêkên herêmê zede dibin.

Demîr her wiha ragihand: Reqîbê me bi îmkanê xwe pirsgirêkên herêmê dixetimînin. Partîyên muxalîf yên ku ji wan nine pêşê li wan digirê. Bi sozdayînên vala gele me dixapînin û gefan li xelkê dixwin.

Demîr wiha dawî li axaftina xwe anî: Em bi wî bîr û bawerîyê de ne ku boyqutek mezin li ser îradeya azadiya gel heye. Ji xwe ji her aliyan em haydar in û gefan li gel dixwin. Di vê rewşê de em di pêşbirkê de ne. Bi destura Xwedê emê vê zordestîy ji holê rakin. Divê ev zordestîya li xelkê me tê kirin demildest ji holê rabê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar