Ji NY û NATOyê tiştekî hêvîkirina welatên Îslamê nayê fêmkirin

Arîkarê Serokê Giştî û Berdevkê HUDA PARê Mehmet Yavuz qetlîamên ku li Arakanê tên kirin di bîran xist û diyar kir ji NY û NATOyê tiştekî hêvîkirina welatên Îslamê nayê fêmkirin.

Li Kahtaya navçeya Semsûrê ji teref Komeleya Çagri-Derê ve bernameya pîrozbahiya eydê hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî û Berdevkê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku di bernameya pîrozbahiya eydê de axavtinek kir  qetlîamên ku li Arakanê tên kirin di bîran xist û diyar kir ji NY û NATOyê tiştekî hêvîkirina welatên Îslamê nayê fêmkirin.

“Ji NY û NATOyê tiştekî hêvîkirina welatên Îslamê nayê fêmkirin”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir çawa ku Tirkiye esker şandibû Korê û Qatarê çima neşîne Arakanê? û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çima li dijî wan keriyên qatilan birayê xwe mihafeze nekin? Gelo hêviya xelkê ma ne ev e? Mekanîzmaya îdarê ne  ew cih e ku bo diayê bang li xelkê bikeye, mekanîzmeya îdarê cihê temîn kirinê ye. Nexasim ji NY û NATOyê tiştekî hêvîkirina welatên Îslamê ne ya fêmkirinê ye.Lewra ev sazî  ji bo parastina berjewandinya dewletên dagirker hatine damezrandin. Sedema hebûna NY û NATOyê ev e. Ev hêz ji ser dîm, qewm û mezhebê li welatan tevlîheviyê derdixin û bingeha dagirkirinê davêjin. Fêmnekirina van hîle û planan handîkapek e û van welatan bo van deran dawetkirin jî korbûna basîretê ye.”

Bernameya pîrozbahiyê bi diaya ku hat xwendin bi dawî bû.

ÎLKHA

 

















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin