Piştî ku li 9 taxên Sûrê qedexe hat rakirin re Parlementerên HDPê ya Diyarbekirê Sîbel Yîgîtalp û Nursel Aydogan ji wesayîta zabitayan ji xelkê re bang kirin da ku li taxa xwe xwedî derkevin û gotin navçê terk nekin.Lê belê xelkê ku banga Parlementerên HDPyî bihîstin ji wan re bertekeke tund nişan da.
Xelk ji parlementeran re gotin ‘Xweserîya ku we digot ev bû? Hûn kesên ku ji xwe re qesran dikin mesken bere me didin nava teqan û çiravê,’ û bertek nişanî wan dan.Li ber vê bertekê parlementer nizabûn çi bikin.
“Em têketina Sûrê bigirin da ku tu kes dernekeve derve”
Piştî ku li 9 taxên Sûrê qedexe hat rakirin re Parlementera HDPê ya Diyarbekirê Nursel Aydogan ji wesayîta zabitayan ji xelkê re bang kir da ku malên xwe terk nekin û ji xelkê re wiha bang kir ‘Mala xwe terk nekin, koçî taxinan din nekin.Ez wek parlementer rîca ji we dikim.Ji kerema xwe re mala xwe neterikînin.Li gor agahiya ku walîtiyê daye me cardin qedexe nayê îlankirin.Bila hemû kes vegere mala xwe.Ew ê ceyran û av jî berbidin.”
Yekî ku li ba parlementera HDPyî bû jê re got ‘Wekîla min, li ba Eskî Halê têketina Sûrê em bigirin da ku tu kes dernekeve’ ku ev yek jî balan kişande li ser xwe.
Dema ku malbatek bi qamyonetê hewl dida mala xwe barbike Parlementera HDPyî Nursel Aydogan ji wan re wiha bang kir “Hûn ê biçin kû derê, maleke we yê ku hûn herinê heye gelo?Mala we ev der e, taxa we ev der e, li taxa xwe xwedî derkevin.” Ji ber vê bangê hemwelatiyê ku hewl dida mala xwe bar bike wiha jê re got: “Ma mal ma, we mala me di serê me de xera kir.Em ê biçin kû derê, ma em li kolanan rakevin?’
“Hûn kesên ku di qesran de rûdinin bere me didin zeviya mayinan”
Xelk her wiha ji banga parlementera HDPê Sîbel Yîgîtalp re jî bertek nîşan da û got ‘Ma mala ku em lê rûnin ma, hemû tiştên me şewitandin û xera kirin.”
Hemwelatiyek ji banga parlementera HDPê Sîbel Yîgîtalp re wiha bertek nîşan da: “Ew ê heqê me dewlet bide an partî? Terefên çekdar bila qinyatiyê bidin me.Em xelk in , edî em ji we bawer nakin.Ev bû xweseriya we? Ka şoreşkeriya we li kû ma? Hûn di wîlla û qesran de rûdinin û zarokên xwe li Ewrûpayê didin xwendin.Hûn temamê dewlemendiya xelkê li gor berjewendiya xwe bi kar tînin û dûvre berê me jî didin zeviya bi mayîn.Piştî ku ne mal ma ne jî îş ez ê çi bikim ji şoreşkeri û xweseriya te? Qirêjahî û pislikên xwe hilbigire û ji vê derê here.”(ÎLKHA)