Ji Platforma Evîndarên Pêxember peyama Leylet’ul Qedrê

NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Evîndarên Pêxember bi wesîla Leylet’ul Qedrê peyam weşand. Di peyamê de hat diyarkirin ku kêfxweşî û xweşbextî di vî şevê de veşartî ye.

Platforma Evîndarên Pêxember bi wesîla Leylet’ul Qedrê peyam weşand. Di peyamê de temenî hat kirin ku ev şev bibe wesîla xêr û xilasiya alema Îslamê.

Di peyama ku tê de qala Leylet’ul Qedrê hat kirin û Sûreya Qadîrê hat weşandin de bal hat kişabdin û kêfxweşî û xweşbextî di vî şevê de veşartî ye.

Di peyamê de hat belavkirin ku ev şev pi bixêr û bi bereket e. Dûvre peyam wiha hat domandin: “Leylet’ul Qedr ji bo ku mirov ji qirêjayê were şuştin ji her Mislimanê re firset e. Qedr û qîmeta vî şevê dide nîşandan ku Xwedê Teala çi qas mîhrîban û bi merhemet e. Hikmetek din a vî mehê jî ew e ku di vî meha ku bes ji bo rizayê Xweda rojî tê girtin û şeytan tên girêdan de ji ber ku bi nefsê re micadele tê kirin pir girîng e. Xweda piştî vî xebata mezin û mezzem dixwaze hediye bide evden xwe.”

Di peyamê de hedîsên Pêxember ên di derbarê Leylet’ul Qedrê de hat bibîranîn. Dûvre peyam wiha hat domandin: “Divê ku evd di vî şevê de nekevin xefletê. Muhesebe were kirin. Pêwîst e bê zanîn ku seadet û kêfxweşiya dinya û axîretê jî di vî şevê de veşartî ye. Divê ku carek din em acziyeta xwe qebûl bikin û litf û kerema Xweda bi şiklekî semîmane bixwazin. Wek alema Îslamê ji bo ku ev barê mûsîbet û îmtîhanê sivik bibe em pir dua bikin.” (ÎLKHA)

 



 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin