Ji Platforma Evîndarên Pêxember peyama Qandîla Mewlûdê

Platforma Evîndarên Pêxember ji ber minasebeta Qandîla Mewlûdê peyamek weşand û Qandîla Mewlûdê ya Mislimanan tebrîk kir.

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve ji ber minasebeta 1466mîn salvegera Hz. Muhammed  peyamek hat weşandin. Di peyama ku hat weşandin de qala rehmet, aştî, rêbertî û adaleta Hz. Muhammed hat kirin.

Di peyama ku hat weşandin hat diyarkirin divê Hz. Muhammed bes ne dirojekê de di temamê rojan de bê yadkirin û dû re wiha hat gotin: “Wek însanetiyê îro em ji her wextî zêdetir ji rahmet, aştî, adalet û rêbertiya Hz. Muhammed re muxtac in. Em wek Mislimanan  divê Wî ango Hz. Muhammed di temamê rojan de yad bikin û bijîn. Ger em wî nejîn û heyata wî li heyata xwe tetbîq nekin divê bê zanîn em di zirarê de ne.”

Di berdewama peyamê de hat ragihandin çareya rizgariya ji rewşa ku em tê de ne bes xwe bi dusturên Hz. Muhammed ve girtine û dû re wiha hat gotin: “ Divê em Wî baş fêm bikin û divê em bi şikleke baş û xweş wî dînê ku ji me re wek mîras hiştiye bidin jiyandin û muhafeze bikin û li derdorê teblîx bikin. Çareya rizgariya ji rewşa ku em tê de ne bes xwe bi dusturên Hz. Muhammed ve girtine.”

Di dawiya peyamê de qala ehemiyeta wehdet û biratiya Mislimanan hat kirin û dû re Qendîla Mewlûdê ya temamê Mislimanan hat pîrozkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin