Saziyên Civakê yên Siwîl ên Mêrdînê hatin cem hev û di derheqê êrîşên ku di van demên dawî de tên lidarxistin de daxuyaniyekî nivîskî lidarxistin.
Daxuyaniya ku li Saziya Mêrdînê ya Memûr-Senê hat lidarxisin Serokê Platforma Saziyên Civakê yên Siwîl ên Mêrdînê Mustafa Aydin xwend. Aydin wiha diyar kir: “Tu kesî nikare bi kaos û tirsê biratî û hêviya me xirab bike.”
Aydin bal kişand li Mêrdînê div an 4 mehên dawî de di encama 6 êrîşên ku hat lidarxistin de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. Dûvre Aydin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev êrîş tu hedef û armanc nas nakin û rastê kî bê zirarê dide wî.”
Aydin destnîşan kir ku hedef bes Mêrdîn nîne. Hedef erdnîgara Îslamê ye ku erdnîgarê bê îstaqrar bikin. Dûvre Aydin wiha pê de çû: “Ji ber êrîşan wesatên bombeyî û bombeyên ku di bin erdê de hatine bicîkirin însanên me yên siwîl-fermî, gundî-bajarî, esnaf-tacir, xwendekar-memûr; derên wekê kargeh, cî, malên ticarî û eşyayên me bi şiklekî wehşiyane bi tûndiyê re rû bi rû dimîne. Mimkûn nîne ku mirov vê yekê bi eql, exlaq, hiqûq û wîcdanê diyar bike. Ev yek karê bê aqil û bê wîjdaniyê ye. Lê divê ku herkes vê yekê bizanibe ku dê gelê me bi vê tûndiya netirse, nereve û pes neke. Dê em hemî li vir li ser vê axê bi hev re bijîn û dê em bi şiklekî ûmîdwar pêşeroja xwe saz bikin. Em bang li hemî kesên ku li Tirkiyê ne dikin ku ticaret, werzîş, hüner, tûrîzm û aktîvîteyên din bikin wesîle û werin cem hev ku kesên niyeta wan xirab in negihêjin armancên xwe.”
Aydin bang li hikûmetê kir û dûvre wiha ragihand: “Heke dawiya wê şadî û kêfxweşî nebe jî ‘Pêvajoya Çareseriyê’ hişmendiya gel a di derhaeqê dewletê de ya wek ‘dewleta zorda’ zivirandiye ‘krediya ewlehiyê’. Lê hêj ku ev kredî xelas nedûye pêwîst e ku di derheqê karên ku dê were kirin de demildest pêk were (karên wekê avahî û eşyayên ku mane di bina enqazan de). Wek Saziyên Civakê yên Siwîl ên Mêrdînê em êrîşên wehşiyane yên ku li dijî can, mal û jiyana rojane yên însanan tên kirin şermezar dikin.” (ÎLKHA)