Ji PYDê êrîşa hewanî: 3 leşker birîndar bûn

Di encama êrîşa hewanê ya ku ji teref PYDê ve ji aliyê Sûrî li dijî qereqola li navçeya Qosera Mêrdînê hat lidarxistin de 3 leşker bi şikleke sivik birîndar bûn.

Ji teref PYDê ve ji aliyê Sûrî li dijî qereqola li Dirbêsîyeya girêdayê navçeya Qosera Mêrdînê êrîşa hewanî hat lidarxistin. kHat ragihandin ku di encama êrîşê de 3 leşker bi şikleke sivik birîndar bûne.

Di encama êrîşa hewanî ya ku ji teref PYDê ve hat lidarxistin de yekê wî li qereqola Dirbêsîyê û 2 kesên li qereqola Heznedarê bi tevahî 3 leşker bi şikleke sivik birîndar bûn.

Hat ragihandin ku birîndaran rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û rewşa wan baş e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin