Ji qetlîama ku li Nîjeryayê hat kirin re bertetek jî ji Ewrûpayê hat

Serokê Lijneya Wahdetê ya Ewrûpayê Prof.Dr.Ayetullah Ramazanî bi daxuyanîyeke ku belav kir qetlîama ku ji teref rejîmê Nîjeryayê ve li dijî mislimanan hatîye kirin şermezar kir.

Rejîma Nîjeryayê 13ê kanûnê roja îne li bajêra Zarîaya Eyalaeta Kadunayê qetlîmek kiribû ku ji vê qetlîamê re nîşandana bertekan hêj berdewam dikin.

Serokê Lijneya Wahdetê ya Ewrûpayê Prof.Dr.Ayetullah  Ramazanî  di daxuyanîya ku weşand de ji mislimanên Nîjeryayê re sersaxîyên xwe anî ziman û qetlîama ku ji teref rejîma Nîjeryayê ve hatîye kirin jî bi zimanekê dijwar şermezar kir.Ramazanî di berdewama daxuyanîya ku da de ji ber qetilkirina mislimanan û ji ber girtina Serokê Hareketa Îslamî Şêx Zakzakî xemgînîyên xwe anî ziman.

Ayetullah Ramazanî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir di dîroka Nîjeryayê de qetlîmeke bi vî awayî nehatîye kirin û wiha pêde çû: “Sala borî ji bona ku piştgirî û destekê bidin Filîstînê li Nîjeryayê xwepêşanek hatibû lidarxistin. Dema ku ev xwepêşan hat lidarxistin êrîş li pêşandaran hat kirin û di êrîşê de 30 kes şehîd bûbûn.Ji van şehîdan 3 kes lawên Şêx Zakzakî bûn. Ji xeynî van qetlîamên ku me anîn ziman gelek zilm û zordarîyên din jî hatin kirin.Lê belê dinya û kesên ku dibêjin em muhafezakarên mafên însanan in ji vê zilm û qetlîamê re digel dinyayê ker û lal mam.”

 Ramazanî di dawîya daxuyanîya xwe de ji malbatên ku naskirîyên wan hatine qetilkirin re sersaxîyên xwe anî ziman û ji Xwedê Teala ji kesên mirî re rehmet ji kesên ku birîndar bûne re jî şifa teleb kir.(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar