Rejîma Sûrîye, qetilkirinên bi gazên jehrî didomîne.
Di daxuyaniya Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyeyê de hat diyarkirin ku firokeya artêşa Sûriyeyê bi "bombeya gaza klorê" êrîşî Sermîna herêma Îdlibê a ku di destê mixalifan da ye kir.
Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku di êrîşê da 6 kesên ji malbatekê hatin kuştin û di nav wan kesan da zarok jî hene û wiha hat gotin: "Rejimê bi bombeya gaza klorê va êrîşî Sermînê kir, di êrîşê da 100 kes jî hindik mabû bifetisiyana. Kesên ku gazê ji wan girt li nexweşxaneyên sehrayê yên li bajarokê tên dermankirin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li nexweşxaneyên sehrayê gelek kesên ku bi gaza klorê jehrî ketin hene û hat gotin ku rejimê bi "bombeya gaza klorê êrîşî herêmê kir".
Rayedarên nexweşxaneyên sehrayên li Sermînê diyar kirin ku herî kêm 70 kes di tesîra gaza klorê da man.
Li dijî van qetlîam û rihqelandinên ku Esedê sosyalîs bi gaza kîmyasalê rast dikin, qamûoya dinyayê bertekên ciddî nîşan nedan. Ev jî careke din qetlîama Helebçeyê bibîr xist. Lewra di qetlîama Helebçeyê de jî însan bi gaza jehrê û kîmyevî hatin qetilkirin.
BANGAHEQ