Ji Rûsya û Îranê di derheqê êrîşên hewayî yên TSKyê de daxuyanî

Ji teref Rûsya û Îranê ve di derheqê êrîşên asimanî yên ku ji teref TSKyê ve li Şingal û Karaçokê hatine kirin de daxuyanî hat dayîn.

Arîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatilov di daxuyaniya ku da de destnîşan kir  ez nizanim ka di derheqê vê yekê de xeber hatiye dayîn an na, lê ev cûr operasyonên eskerî yên bêtesdîq tên kirin ew ê pêvajoya muzakerê û rewşa giştî ya li heremê bi şikleke neyînî tesîrdar bikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku bi îmzeya Wezîrê Karên Derve Behram Qasimî hat weşandin de jî hat diyarkirin ew êrîşa ku li Şingalê hatiye kirin dê bibe sedema bêîstîqrariyê.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin