Ji Şefkat Dera Çinarê ji bona 800 kesan xwarina fitarê

Şefkat Dera Çinarê ya ku li navçeya Çinara Amedê bi xebatên xwe xêrê yên ku dike tê naskirin di sikakê de xwarina fitarê da.

Şefkat Dera Çinarê ya ku li navçeya Çinara Amedê bi xebatên xwe xêrê yên ku dike tê naskirin di qada vekirî de ji 800 kesî re xwarina fitarê da.

Cihê ku ew ê lê xwarina fitarê hatibana dayîn pêşî ji teref îtfaîyê ve hat şûştin. Piştî şûştina sikakê, xalîyan lê raxistin.

Serokê Şefkat Dera Çinarê Evdirehîm Akkurt  berî fitarê di derbarê xebat û fealîyetên komeleyê de axavtinek kir. Akkurt di axavtina xwe de wiha ragihand: “ Me ji 2006an vir ve dest bi xebatên  xwe kiriye. Heta ji destê me tê em her meh bi şiklekî birêkûpêk xebatên xwe yên alîkarîyê didomînin. Her wiha dema ku kesên xêrxwaz di îdên Qurbanê de qurbanên xwe disperin me em jî van goştên qurbanan digihêjînin hewcedar û feqîran. Her wiha em li xwendevanên medreseye jî xwedî derdikevin.”

Piştî axavtina Akkurt bi dawî bû, Bîlal Guler ê ku hunermendê Ajansa Ozlemê bû mewlûdê  xwend.

Bernamêya fitarê piştî xwarinê bi kirina du’ayê xelas bû.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar