Sekreterê Giştî tê NYyê Antonîo Guterres di 50emîn salvegera îşxala Fîlîstînê ya ku ji teref rejîma terorê Îsraîlê ve hatiye kirin de daxuyanî da û bang li îsraîl kir da ku dawî li îşxalê bîne.
Guterres di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ew îşxala îsraîl bûye sedem ku bi sedhezaran Fîlîstînî ji cih û warên xwe bibin û di kampên penaberan di nav perîşaniyê de bijîn.
Guterres di berdewama axavtina xwe de wiha got: “ Çareya sereke ya pêkanîna hesreta bûyîna dewletê ya Fîlîstînê û ji holê rakirina fikarên ewlehiyê ya îsraîlê û her wiha rêya sereke ya avêtina temelên aştiyeke mayîn de dawî anîna îşxala ku di sala 1967an de dest pê kiriye ye. Xelkê Fîlîstînê encax bi vi awayî dikare wan mafên xwe ku jê nayê venegerîn qezenc bike.”
Guterres di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir wext wextê damzirandina dewleta xweser a Fîlîstînê û digel îsraîlê li ba hev di nav aştiyê de pêkve jiyan e. Guterres dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çareserkirina meseleya Fîlîstîn-Îsraîl ew ê wan bûyerên terorê yên li Rojhilata Navîn ji holê rabike û ew ê deriyên refah, ewlehî, hevkarî û mafên mirovan vebike.”(ÎLKHA)