Ji Sekreterê Neteweyên Yekbûyî bangewaziya “Yemenê”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji bo kesên li Yemenê şer dikin bangewazîya agirbestê kir.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, bi rêya berdevkê xwe Stephane Dûjarrîc beyanatek da û di beyanatê de îfade kir ku: “Li Yemenê di demên dawî de di şer û pevçûnan de bi dehan însan hatine kuştin û birîndar kirin, ji ber vê dirûmê ez pir bi endîşe me.”

Guterres diyar kir ku: “Ji ber şer û pevçûnan xelkê Yemenê nikarin derkevin kolanan û qûtê xwe bistînin û li hêla din ekîbên alîkarî û tenduristiyê nikarin xebatên xwe bikin û bigêjin kesên sivîl.”

Guterres îfade kir ku ji bo xebatên lihevkirina siyasî bi awakî berfireh bên kirin em bangî herdû hêlan dikin ku di bin nezareta Neteweyên Yekbûyî de bixebitin.

Di gel van bangewaziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) digel ku Siûdî Erebîstanê îfade kir ku wan dorpêçkirina xwe ya li ser Yemenê bi temamî ranekiriye. (ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e