Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu peyama 15ê Tîrmehê

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, weha got, “Ez derbekaran û mihraqên wesayeta netewî yên ku li pişta wan in, hemû taşeron û xulamên yên hêzên şer lenet dikim.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi minasebeta salvegera teşebûsa derbeya 15ê Tîrmehê ya FETOya ku bi piştgirîya Emrîqayê kir li ser medyaya civakî peyamek belav kir.

Yapicioglu, di peyama xwe de weha got:

“Li ser teşebûsa derbeya 15ê Tîrmehê a di bin kontrola emperyalîstan bû 7 sal derbas bûn. Ez cardin di salvegera derbeya meş’um de, di serî de şehîdên ku ji teref derbekeran ve hatine şehîdkirin û ji bo hemû şehîdan û ji xazîyên ku çûne axretê re ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji bo xazîyên ku di jîyanê de ne jî daxwazîya sihhet û efîyetê dikim. Ez derbekaran û mihraqên wesayeta netewî yên ku li pişta wan in, hemû taşeron û xulamên yên hêzên şer lenet dikim.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno