Serokê Navçeya Çinarê yê HUDA PARê Ezîz Tekdal, derbarê nexweşxaneya 100 nivînan a ku çêkirina wê li navçeya me ya Çinarê bûye çîroka maran de daxuyaniyek da.
Daxuyaniya ku Serokê Navçeya Çinarê yê HUDA PARê Ezîz Tekdal daye;
PÊDIVIYA NEXWEŞXANEYÊ YA ÇINARÊ NAYÊ PAŞXISTIN!
Wekî ku tê zanîn, mijara nexweşxaneyê ku yek ji pêdiviyên herî girîng ên navçeya me ye, bi salan e ji aliyê partiya me ve li her platformê tê ziman. Çi di hevdîtinên bi rayedarên têkildar re hatine kirin û çi jî di raporên ku me bi raya giştî re parve kirine de, gelek caran hatiye diyarkirin ku nexweşxaneya heyî di pêşwazîkirina pêdiviya xizmetên tenduristiyê yên navçeya me de têrê nake, welatiyên me ji ber vê yekê mexdûriyetê dijîn û divê nexweşxaneyeke tam teşekul û modern li Çinarê bê avakirin.
Di encama hewldan û xebatên hatine meşandin de biryar hat dayîn ku li navçeya me nexweşxaneyeke 100 nivînan bê çêkirin û ev razemenî xistine nav bernameya razemeniyê ya sala 2026an. Ev pêşketin, ji bo pêşwazîkirina pêdiviyeke girîng a navçeya me ya di warê xizmetên tenduristiyê de gaveke dilxweşker e.
Lêbelê em difikirin ku di mijara cihê ku nexweşxane lê bê çêkirin de divê hin xal bi taybetî li ber çavan bên girtin. Di hevdîtinên ku me bi rayedarên têkildar re pêk anîn de, me bal kişand ser girîngiya çêkirina nexweşxaneyê di serî de li navenda navçeyê. Me ji rayedaran re ragihand ku eger li navenda navçeyê qadeke guncav neyê dîtin, ji ber sedemên wekî nêzîkbûna wê ya ji navenda bajêr re, derfetên çûnûhatinê û guncavbûna erdê 128 donim ê ku hatiye veqetandin, divê erdê xezîneyê yê di navbera Beşpinar û Çinarê de bê nirxandin.
Em bi taybetî dixwazin tekez bikin ku nîqaşên derbarê cihê ku nexweşxane lê bê çêkirin de, divê nebin asteng li pêşiya pêkanîna vê razemeniya girîng. Mijara cih wekî hincet bê nîşandan û bêparkirina gelê Çinarê ji razemeniya tenduristiyê ya ku bi salan e li bendê ye, bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Pêşîniya me ew e ku nexweşxane zû bi zû li navçeya me bê avakirin û gihîştina welatiyên me ya bi xizmetên tenduristiyê yên bi kalîte bê dabînkirin. Dema ku cihê nexweşxaneyê tê diyarkirin, divê derfetên çûnûhatinê yên welatiyên me, pêdiviyên navçeya me û berjewendiya giştî esas bên girtin.
Em wekî Serokatiya Navçeya Çinarê ya HUDA PARê, bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em ê pêvajoya pêkanîna razemeniya nexweşxaneya 100 nivînan ji nêz ve bişopînin û ji bo pêşwazîkirina vê daxwaza mafdar a navçeya me em ê hewldanên xwe yên pêwîst bidomînin.
SEROKATIYA NAVÇEYA ÇINARÊ YA HUDA PARÊ