Li El’ezîzê Komeleya Yenî Îhya paneleke bi sernava “Heqqên însanî û Azadiya Sernixumandinê” panelek lidarxist. Panel bi beşdariya gelek kesan hat lidarxistin. Di panelê de alîkarê Serekê Hudaparê Saîd Şahîn jî xeberdanek kir. Digel Saîd Şahîn, Parêzer Şaban Dalgin û Nivîskarê Lêkolîner Mehmet Aydin jî beşdarê panelê bûn.
Panel bi xwendina Qurana Pîroz destpêkir, azadiyên însanî û azadiya hîcabê bi mînakên ji tarîxê hatin beyan kirin.
Di Panelê de Nivîskarê Lêkolîner Mehmet Aydin xeberdanek kir. Aydin di xeberdana xwe de beyan kir ku di derbarê hîcabê de ew li ber deriyê dewletê destê xwe venakin.
Parêzer Şaban Dalgin jî go: “Emê li hember wan tiştên ku dixwazin me ji Xweda biqetînin rabin. Ew tişt nefsa me be jî, sîstem be jî, qanûnên sîstemê bin jî û rêzikname bin jî em teva red dikin û divê em red bikin.”
Alîkarê Serekê Huda Parê Saîd Şahîn jî li ser mijara şîddeta li hember jinika sekinî û go: “Yasaxa hîcabê li hember pîrekan şîddeta herî mezin e. Lewra pîrek kevirê esasî ye di bingeha malbatê de. Lewra pîrek sîgortaya îffet û heyayê ye.”
Bangaheq