Ji temsîlkarên sazîyên sîwîl û partîyên siyasî peyama “Heftîya Qudsê ya Cîhanê”

Temsîlkarên sazîyên sîwîl û partîyên siyasî yên ku kar û barên xwe li Diyarbekirê birêve dibin peyama “Heftîya Qudsê ya Cîhanê” dan.

Temsîlkar di peyama ku dan de banga xwedîderketina li Qudsê kirin û destnîşan kirin; xwedîderketina li Qudsê bi heftîyeke tenê nabe.

Temsîlkar di daxuyanîya ku dan de derheqê Quds û Mescîda Eqsayê de wisa peyam dan:

Serokê Giştî yê Cemîyeta Mustazafan Murat Aslan:

Doza Qudsê ne dozeke ji rêzê ye û bes bi heftîyeke tenê lê xwedîtî nikare bê kirin ku divê ji ber vê yekê Quds her tim di rojevê de bê girtin. Lewra Mescîda Eqsa piştî Kabeyê ji bo Mislimanan warên herî pîroz e.

Alîkarê Serokê Giştî yê Mazlûm Derê Parêzer Nesîp Yildirim:

Heftîya Qudsê ya Cîhanê bila bibe wesîleya xêr û bereketê. Ji ber ku Misliman Qudsê ji xwe re nakin derd em pê diêşin. Ez bang li temamê Mislimanan dikim. Werin em pêkve ji her carê zêdetir li doza Qudsê xwedî derkevin.

Serokê Bajara Diyarbekirê yê Partîya Doza Azad Faruk Dînç:

Di meseleya Qudsê de divê ummeta Îslamê dev ji îxtîlafên di nav xwe de berde. Quds qelbê ummeta Îslamê ye, izzet û namûsa ummetê ye.

Husamettîn Bunulê Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember:

Weke ku di Qur’ana Kerîm de hatiye gotin, Quds û derdora wê mibarek e. Ew ax û warên mibarek a niha di bin îşxala cihûyan de ye û li wan deran xwîna Mislimanan tê rijandin.Ew beldeyên mibarek li benda Selahaddîn, Ehmed Yasîn û Rantîsîyan e.










İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Karkerek canê xwe ji dest da
Nêzî 6 tonî zeytê sexte hat bidestxistin
Li nêzî Îzmîrê 47 koçber hatin xelaskirin
Sîyonîstên îşxalker, dest danîn li ser xanî û heywanên Fîlîstînîyan
Mînîbûsa ku karker di nav de bûn qeza kir: 10 birîndar