"Ji teref Cemîyeta Mustezafan dawetî daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî”

Cemîyeta Mustezafan a şaxa Amedê ji bona şermazar kirina cezayên ku li endam û rêveberîyên komeleyên îslamî hatine dayîn wê daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî li Amedê li dar bixe.

Endam û rêveberîyên komeleyên îslamî yên ku li Edeneyê faalîyetên îslamî dikin ji ser buxtanan hatin ceza kirin.  Cemîyeta Mustezafan jî ji ber ku neheqî û bi buxtanan endam û rêveberîyên komeleyên îslamî hatina cezakirin şermazar bike, wê roja şemîyê li ber avahîya ACZ plazayê daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî li dar bixe.

Cemîyeta Mustezafan a şaxa Amadê da zanîn ku li gor îddîayên mahkemeyê sûç û qebeheta endam û rêveberîyên komeleyên îslamî wiha rêz kir: Amadekirina bernameya mewlûda pîroz, birevebirina xebatên komeleyê, serdana nexweşan,  pêşbirka fûtbolê, li ser mijara Hz. Hiseyn şano li dar xistin,  kirina alîkarîya feqîr, jar û ketîyan…

Ji ber vê zilm û zordarîyê, Cemîyeta Mustezafan wiha bangewazî li xelkê Amedê kir: “ Ji bo zaliman bijî cehenem! Ey Amedîyên ku evîndare heq û mafê ne. Ji bo van cezayên ku li birayên me hatine dayîn şermezar bikin em ê li meydanan bin.  Em ji bo vê şermezakirinê li benda we ne.” (ÎLKHA)

Agahîyên daxuyanîya çapemenîyê.

Tarîx: 25ê Nîsanê Roja Şemîyê

Cih : Li ber Avahîya ACZ Plazayê

Saet : 13.00

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar