Ji teref Wezîr Bayraktar ve derheqê xeta boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye de daxuyanî

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar diyar kir ku ew ê vê hefteyê Xeta Neftê ya Iraq-Tirkiyeyê ya ku ji ber erdheja 6ê Sibatê ya li navenda Mereşê zirar dîtibû bixe meriyetê.

Bayraktarê ku beşdarî danişîna vekirina Fûar û Konferansa Petrolê ya Navneteweyî ya Ebû Dabiyê ya ku li paytexta Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) hat lidarxistin bû, der barê xebatên enerjiyê de agahî da.

Navbirî diyar kir ku rojane 2 milyon bermîl petrol di tengava Tirkiyê re derbas dibe û boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyê ku nêzîkî 45 sal in aktîf bûye, rojane 500 hezar bermîl petrol heye.

Bayraktar weha got, "Xeta boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê ji îro pê ve ji bo xebatê amade ye. Em ê vê hefteyê vê xetê bixin meriyetê. Piştî ku xet bikeve meriyetê wê 500 hezar bermîl petrol ji bazarên cîhanê re were şandin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno