Ji Walîtîya Dîyarbekirê derheqê qurbanîyan de daxuyanî

Walîtîyê Dîyarbekirê, daxuyand ku ji mirîyan yek nobedar e û êrîşdar jî wezîfeya noberdarîyê bi kar tîne.

Walîtîyê Dîyarbekirê, di encama bûyera ku di markêtê de pêk hat û 2 kes canê xwe ji dest dan de daxuyanî belav kir.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Îro di seat 12.30an de li navçeyê me yê Rezan, di encama guleberdanê a ji teref (M.K.) yê di qadroya Midurtîya Ewlehî ya Bajêr de nobedare ve de K.K. yê ku ew jî di Midurtîya Ewlehî ya Bajêr de nobedar e û H.K. yê Alîkarê Teknîsyen mixabin canê xwe dest dan. M.K.yê şikdar bi tevî çekê ku di bûyerê de şixulandîye ji endamên me yên ewlehîyê re teslîm bûye. Derheqê bûyerê de tehqîqateke pir alî hatîye destpêkirin.”

Hat hînbûn mirovên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane birayê hevdû ne û navê wan jî; Kadrî Kan û Hayrî Kan e.

Tê îddîakirin ku şer ji ber mîrasê pêk hatîye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn