Ji Weşanxaneya Bangaheq sê kitêbên nû. Weşanxaneya Bangaheq derê weşana xwe a kurdî bi Dîwana Mizgîn vekir û bi xebata xwe ya bê sekin sê kitêbên din ji bo xwendekarên xwe amade kir.
Analîz û Lêkolînek Li Ser Hîkayeta Zembîlfiroş:
Ey dil werin dîsa bi coş
Carek ji cama mey binoş
Bikin qissa Zembîlfiroş
Da seh bikin hîkayetê
Ev pîrtûk bi qelema Mamoste Necatê Zivîngî hatiye nivîsandin. Lêkolîneke gelek baş li ser Zembîlfiroş hatiye kirin. Ligel helbesta Feqiyê Teyran a li ser Hîkayeta Zembilfiroş cî hatiye dayîn helbestên gelek şa’ir û dengbêjên din jî. Ev lêkolîn balkêş bi qelema Mamoste Necat a bi huner di pirtûkê de cî girtiye. Ez qene’eta xwe bêjim; Heya niha pîrtûkeke wisa xweş li ser Zembilfiroş min ne dîtiye û ne jî xwendiye. Ger hûn ji min bawer nakin, keremkin bi her dû lêvên xwe hûn biceribînin.
Dîwana Mela ‘Elî ‘Ilmî Jiyan, Berhem û Helbestên Wî:
Bê kes im yek kes heye min bergîdana herkesî
Ew melaz û melce û mewa ye bo her bê kesî
Ev pîrtûka hêja jî ji alî Mamoste Necatê Zivîngî hatiye amadekirin. Di pîrtûkê de digel Dîwana Seydayê Mela ‘Elî ‘Ilmî, jiyana wî û berhemên wî yên din jî hatine pêşkêş kirin ji xwendekaran re. Di Dîwana Seyda de carna hûnê noqî me’rîfet û hîkmetê bibin, carna hûnê bi pesnê Ustad Bedî’uzzeman û Rîsaleyên Nûr dilxweş bibin, carna hûnê bi beyana Tesewwifa heqîqî bi cezbêkevin û carna jî hûnê bi fikr û ramanên Seydayê Mela ‘Elî ‘Ilmî paşeroja xwe a nêz fêm bikin. Bi medh û hîcwên seyda hûnê dost û neyaran qenc nasbikin. Naxwe keremkin dergaha Seydayê Mela ‘Elî ‘Ilmî.
Dara Pêxemberîyê: Ev pirtûka hêja pirtûka Cemaleddîn Yûsûfê Kurê Hesenê Meqdîsî ye ku bi Îbn-ul Muberred tê naskirin. Pirtûk neseba Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam qenc bi me dide danasîn û di vê mijarê de gelek lêkolîneke berfireh û balkêş e. Bi wergera Mamoste ‘Ebdulmecît Taş ev pirtûka balkêş divê di kutupxana we de ciyê xwe bigre. (bangaheq)