Ji Wezareta Edaletê derbarê Amerîka û vîzeyê de daxuyanî

Ji teref Wezareta Edaletê ve derheqê îddayên ku Amerîka ji lijneya Wezareta Edaletê ya Tirkiyê re vîze nadeye de daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Edaletê ve hatiye weşandin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ji wezareta wan lijneyek bo hevdîtinan planan  xebatên ziyaretê kiriye û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Ji wezareta me lijneyek ji ber vexwandina fermî ya ku ji teref meqamên fermî yên Amerîka ve hatiye kirin  ew ê di navbera 29ê Cotmehê û 4ê Mijdarê çûbana Amerîkayê. Lê belê ji ber qeyrana dawî ya ku di navbera her wu welatan rû da ziyareta ku navê wê derbas bû ji teref Wezareta me ve hat betalkirin. Ji ber vê yekê xeberên ku tê de tên gotin ‘ji heyeta Wezareta Edaletê re vîze nehat dayîn.’ ne rast in.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin