Ji Wezaretê derbarê “leşkerîya heyama kurt a bo mezûnên MYOyê” de daxuyanî

Ji teref Wezareta Zanist, Pîşêsazî û Teknolojîyê ve derbarê leşkerîya heyama kurt a bo mezûnên dibistana bilind a meslekê de daxuyaîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de îddîa hatin tekzîbkirin.

Li gor xebera ku di Rojnameya Mîlatê de hatibû weşandin Wezîrê Zanist, Pîşêsazî û Teknolojîyê Faruk Ozlu destnîşan kiribû ku bo mezûnên dibistana bilind a meslekê leşkerîya heyama kurt di rojeva wan de ye.

Ji ser vê îddîayê ji teref  Wezareta Zanist, Pîşêsazî û Teknolojîyê ve derbarê leşkerîya heyama kurt a bo mezûnên dibistana bilind a meslekê de daxuyaîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de îddîa hatin tekzîbkirin û hat destnîşankirin “Ev yek di civîna ku bi pîşêsazvanan re hatiye kirin de hatiye rojevê. Ev yek di rojeva hikûmetê de ye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin