Ji Wezaretiya Tendirustiyê lêpirsîna PKKê ya derengmayî

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezaretiya Tendirustiyê diyar kir ku di derbarê xeberên wek PKKyî li nexweşxaneyên Diyarbekirê bi şiklekî veşartî tên dermankirin de dest bi tehqîqatê kiriye.

Di derbarê xeberên ku 2 sal berê ÎLKHA wek ‘PKKyî li nexweşxaneyên Diyarbekirê bi şiklekî veşartî tên dermankirin’ de ji ber ku doh mijar di rojnameya neteweyî de dûbare hat rojevê Wezaretiya Tendirustiyê dest bi tehqîqatê kir.

Di derbarê mijarê de ji teref Wezaretiya Tendirustiyê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat belavkirin ji ber ku di rojnameya manşetekî de serenavekî wek ‘Me teroran bi şiklekî veşartî derman kir’ hewce hatiye dîtin ku di derbarê vî idîayê de daxuyanî were dayîn. Dûvre daxuyanî wiha hat diyarkirin: “Di dabaş xeberê de ev idîayên ku di nav vî xeberê de derbasdibe ji teref Serokatiya Xizmetên Kontrolê ve wek îxbar hatiye hesibandin. Ji ber vî yekê di derbarê mijarê de mifetiş hatine wezîfedarkirin û tehqîqat hatiye destpêkirin. Her wiha di derbarê personelên ku navên wan di xeberê de derbas dibe de ji teref Sekretertiya Giştî ya Yekitiya Nexweşxaneyên Raya Giştî ve gilî hatiye kirin. Dema ku pêvajoya lêpirsînê biqede dê bi raya giştî re were parvekirin.”

ÎLKHA 2 sal berê mijarê anîbû rojevê

Wekê ku tê zanîn di pêvajoya 6-7 Cotmehê de PKKyiyan wek hinceta bûyerên Kobanê însanên belengaz qetil kiribûn. Dûvre ji tefer ÎLKHAyê ve hatibû destnîşankirin ku PKKyî di hinek nexweşxaneyên dewlet û taybet de bi şiklekî veşartî tên dermankirin.

Xizmên şehîdên ku ji teref PKKyiyan ve hatibûn qetilkirin ji ÎLKHAyê re axivîbûn. Wan destnîşan kiribûn ku welatiyekî ya ku di bûyerên 6-7ê Cotmehê de birîndar bûbû di Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê de wek birîndar hatibû îhmalkirin.

Her wiha ji teref welatiyekî ve hatibû destnîşankirin ku birayê wî ya ku PKK wî qetil kiribû ji ber îhmalkariyê miriye. Ji xeynê vî yekê hatibû diyarkirin ji ber ku prsonelên Nexweşxaneya Dewletê ya Selaheddîn Eyyûbî midaxaleya polês û eskeran nekiribûn di nexweşxaneyê de 2 kes jiyana xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye