Ji xanîyên ji bo seatî û rojane tên kirêkirin re bertek

Di van pêlên dawî de hejmera malên ku seatî û rojane ji kirê re tên dayîn zêde bûn ku ev yek berteka xelkê kişande li ser xwe.

Hat ragihandin li Diyarbekirê di van pêlên dawî de xanîyên ku ji bo pisîtî û munkeratê bi seatî û rojene ji kirê re tên dayîn gelekî zêde bûn. Ji ber vê yekê kesên ku karê emlakê dikin û  hemwelatî fikarên xwe anîn zimên. Her wiha Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy jî di derbarê mijarê de dest nîşan kir  ew mijarê bi hesasiyet teqîb dikin.

Serokê Komeleya Muşavîr û Komîsyonvanên Emlakê ya Diyarbekirê Mustafa Koç di derbarê mijarê de destnîşan kir ev tişt û sepanên wisa ne yên qebûlkirinê ne.

 “Kesên ku bi rojane xanîyan didin bi kirê emlakfiroşên qorsan in”

Koç di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bikirêkirina rojane û mehane exlebe li bajarên rojava tên xuyakirin. Koç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di van pêlên dawî de li rasta çend tiştên wisa hatine. Emlakfiroş fermî û emlakfiroşên ku endamê komeleya me ne tiştên wisa nakin. Kesên ku bi rojane xanîyan didin bi kirê emlakfiroşên qorsan in. Dema ku qala tiştekî wisa ji me re hat kirin em di cî de xeberê bidin merciyên pêwîst.”

 “Dibe ku malbatên di avahiyan de aciz dibin”

Xelk di derbarê mijarê de nerazîbûna xwe anî zimên û destnîşankirin Diyarbekirê bajêra pêxember û sehabiyan e û  xelkê wê jî Misliman e, ji ber ku ev cûr mal bi niyeteke xirab tên bikaranîn divê kontrolên pêwsît bên kirin.

Sergeç Pehlîvan jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ev cûr mal ji karên xirab re tên kirêkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hinek kes van malan ji bo çend seatan ji bo çend rojan digrin û digel hevala xwe ya qîz tên vê derê. Elbet ev tiştekî çewt û şaş e. Dibe ku malbatên di avahiyan de aciz bibin.”

 “Di mala hema miqabilî me de fuhuş tê kirin”

Sîdar Alkan jî di derbarê mijarê de diyar kir piraniya van malan ji bo karên nebaş û pîs tên bikaranîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hema di mala li miqabilî me de fuhuş tê kirin. Heqê tu kesî tuneye ku hizûra van malbatan xera bikin. Adet û orfeke Diyarbekirê heye. Bi ya min divê demildest mudaxele li vê yekê bê kirin.”

Kesê bi navê Mahmud Akdan jî di derbarê mijarê diyar kir tiştên wisa hebin pêwîst e ku ji holê bên rakirin.

“Di welatekî Misliman de kirina vê yekê nebaş e”

Ahmet Dag wiha axivî: “Min bihîst ku avahiyên wiha hene. Di xaniyan de malbat hene. Însanên zewicandî hene. Xaniyên wiha bi taybet ciwan bikar tînin. Bi taybet ji bo armancên xerab tên bikaranîn. Pêwîst e ku ev ciwan werin girtin û wan teslîmê polêsan bikin. Ji ber berjewendiyên xwe van malan didin ciwanan. Kî vê yekê dike Xweda belaya xwe bide wan. Me di afîş û reqlaman de jî vê yekê dît.”

Hediye Erena ku ji vê rewşê re bertek nîşan da wiha destnîşan kir: “Pêwîst e ku malbat di derbarê vê yekê de bi dîqqet bibin. Divê ku van xaniyan nedin ciwanan. Divê em xwedî li ciwanên xwe derkevin. Pêwîst e ku rêvebir di derbarê vê yekê de xwedî hest bibin.”

“Piştî 2 saet 40, 3 saet 80, 4 saetan jî 100 TL”

Ji bo ku wehemeta mijarê derkeve holê nûçegihanê ÎLKHAyê di motora înternetê de di derheqê xaniyên ku rojane an jî saetî tên kirêkirin de lêgerîn kir. Dît ku tiştekî wiha heye. Ji vir bi nimreya telefe kesên ku xanî difroşin hatine lêgerînkirin û ji bo 2 saetan daîre hatiye kirêkirin.

Emlaqfroşê qeçax diyar kir ku ew dikare ji bo 2 saetan xanî kirê bike. Emlaqfroş pirs nekir ku kî avahî kirê dike û çend sal e. Emlaqfroş diyar kir ew kengî bixwaze dikare xanî bide kirê û destnîşan kir ku xanî piştî 2 saet 40, 3 saet 80, 4 saetan jî 100 TL tên kirêkirin.

Ji emlaqfiroş hat pirskirin; ‘mirov dikare bi pîrekan re were xanî kirê bike û gelo ev nabe pirsgirêk?’ Emlaqfroş wiha vê pirsê bersivand: “Ne. Qet mesele nîne. Tu dikarî qîzan bînî. Nişteciyên daîreyê aciz nabin. Tu bixwaze. Em li malê bigerin.” Pirsa di derheqê eraqê de jî wiha bersivand: “Tu dikarî, bîra, eraq bînî. Mesele nîne.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe