Ji Yetîm-Dera Ewrûpa ji kesên xêrxwaz re teşekur

Rayedarên Yetîm-Dera Ewrûpa a ku navenda wê li Elmanyayê ye destnîşan kirin ku wan di nava meha Remezanê de alîkarîya bi hezaran malbatan kirine û spasgûzarî û teşekurên xwe ji bona kesên xêrxwaz yên ku di mijara alîkarîyê de piştgirîyê dane wan kirin.

Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku li Tirkîyê û gelek cihên dinyayê alîkarîyên kesên hewcedar û feqîr dike destnîşan kir ku ew wek Yetîm-Derê di nava meha Remezanê 2015an de alîkarîya gelek kesên feqîr û hewcedar kirine.

Rayedarên Yetîm-Dera Ewrûpa  her wiha ji kesên xêrxwaz yên ku di vê mijarê de alîkarîya wan kirine re jî spasgûzarîyên xwe anîn ziman.

Serokê Giştî ya Yetîm-Dera Ewrûpa Huseyn Ateş di darbarê alîkarîyên ku di meha Remezana 2015an de hatine kirin de wiha ragihand: “Me wek Yetîm-Dera Ewrûpa di meha Remezana 2015an de li Tirkîyê, Filîstîn, Welatên  Belqanê  û her wiha li Ewrûpa û li Afrîkayê jî alîkarîya malbatên feqîr û jar kir. Bi van alîkarîyên ku me kirin êtîm û sêwî û her wiha kesên hewcedar kêfxweş bûn.”

Ateş di derbarê temînkirin û gihaştindina alîkarîyan de jî hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “ Ev alîkarîyên ku hatine kirin di serî de bi alîkarîya Xwedê Teala û dûvre jî bi wesîleya xebatên kesên fedakar hatin kirin. Ez spasgûzarîyên xwe ji kesên dildar û xêrxwaz yên ku di van xebatan de alîkarîya me kirine dikim.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar