“Ji Yetîm-Dera Ewrûpayê ji bo Yemenê bangawazîya alîkarîya lezgîn”

Yetîm-Dera ku bi pêşanî Tirkîyeyê û her wiha çar alîyê cîhanê bi navgira xêrxwazan gelek alîkarîyê digihijand feqîr û muxtacan. Yetîm-Der îcar jî kampanyaya alîkarîyê ji bo sewî û muxtacên Yemenê da dest pê kirin.

Di encama bombebarandinên Yemenê  yên ku bi piştevanîya Emrîka û sîyonîst îsraîl, bi serokatîya rejima Suud hatibû kirin de  bi hezaran zarok û pîrekên bê guneh miribûn û bi hezaran kes jî zirar dîtubûn. Yetîm-Dera ya Ewrûpayê ji bo alîkarîya van jar û belengaza bike kampanyaya alîkarîyê ya lêzgîn da dest pê kirin.

 “Li Yemenê birayên me hene”

Navenda giştî ya Yetîm-Derê di daxuyanîya xwe de wiha ragihand: “ Em ji bo ku wezîfeya xwe  ya mirovahîyê bi cih bînin vê kampanyaya alîkarîyê  da dest pê kirin. Di van alîkarîyan de em ne nejat ne ziman ne jî bawerîya mexdûr û mezlûman nenihêrin. Em bi slogana ‘Li Yemenê birayên me hene’ gazî xêrxwazan dikin.”

Yetîm-Derê  ji bo kesên xêrxwaz jî  hesabên jêr parve kir:

GIRTYAR: Avrupa Yetim-Der 
ARMANc: Yemen
IBAN: DE50 6001 0070 0786 9127 08
BIC: PBNKDEFF

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar