Ji yetîmên Sûriyeyî re alîkarî hat kirin

Yetîm-Der ji yetîmên Sûriyeyî yên ku ji welatên xwe ji ber şerê navxweyî reviyane û hatine Diyarbekirê re alîkarî kir.

Her weke ku tê zanîn ji ber şerê navxweyî ya ku li Sûriyê hêj berdewam dike gelek kes mecbûr man ku welatên xwe terk bikin û berê xwe bidin bajarên mîna Riha,  Entabê û Diyarbekirê. Ji teref Yetîm-Derê ve ji van penaberên ku ji Sûriyê hatine Diyarbekirê re alîkariya goşt hat kirin.

Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Fîkrî Karavîl di derbarê alîkariya ku hatiye kirin  de wiha axivî: “ Em wek komîsyona muhaciran ji bo muhacirên li herema me xebatek da destpêkirin. Di vê bergehê de me 175 malbatên muhacir tespît kir. Îxtîyacên wan ên ku hatine tespîtkirin dê di demeke kurt de ji wan re bê dayîn. Di vê heyamê de her wiha ev malbat hatin ziyaretkirin û ji wan re alîkariya goşt hat kirin.”

 “Em ê xwedîderketina xwe ya li Sûriyeyiyan bidomînin”

Karavîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir xebatên wan  li nava welêt û li derveyî welêt bênavber berdewam dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber ku Meha Remezanê nêz bû me lezê da xebatên xwe. Em ê wek her car li yetîmên Sûriyeyî xwedî derkevin. Em ê îşev birayekî xwe yê ku ketiye nav dest û piyan bibin xestê.”

Karavîl di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ji roja ewil ve ew hewil didin alîkariya muhacirên Sûriyeyî bikin û dû re wiha banga xwedîderketinê kir: “Divê em li birayên xwe yên muhacir xwedî derkevin.”(ÎLKHA)














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe