“Jiyana Hz Omer edalet,cesaret û şehadet e”

DİYARBEKİR - Sertaç Tekdalê ku di bernameya ‘Faruqê Adil Hz. Omer’ de axavtinekê kir destnîşan kir jiyana Hz. Omer edalet,cesaret û şehadet e.

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Diyarbekir ji ber minasebeta Meha Sehabiyan bernameyeke bi navê ‘Faruqê Adil Hz. Omer’ hat tertîpkirin.Di bernameya ku hat tertîpkirin Lêkolîner-Nivîskar Sertaç Tekdal di derbarê Hz. Omer de nirxandinan kir.Tekdal di nirxandinên ku kir de destnîşan kir jiyana Hz Omer edalet,cesaret û şehadet e.

“Şîar û tiştê ku jê bawer dikin berjewendiya wan e”

Tekdal di berdewam axavtina xwe de jiyana xwe Hz.Omer ji hêlên cehalet, hidayet, cesaret, edalet û şehadetê ve nirxand û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hz. Omer dibêje ‘Du halên min ên cahiliyê dema ku tên bîra min ez ji bo yekî digrîm û ji bo ya din jî dikenim.A ku ez pê dikenin ev e; me him ji xwe re putan çêdikir û me ji wan bawer dikir û him jî em wan dixwarin. A ku ez pê digrîm jî ev e; Qîz bi saxî dihatin binaxkirin.’ Vaye tu ferqa cahiliya modern ji vê yekê nîne.Dema ku li hisabê wan tê dibêjin demokrasî û îradeya xelkê; lê belê dema ku îradeya xelkê weke li Misrê dema dibe terefdarê ehle heqê bi darbeyên balyozan weke ku di 15ê Tîrmehê de kirin hildiweşînin.Şîar û tiştê ku jê bawer dikin berjewendiya wan e.Baweriya pergal û putan wek lîbasekê bi kar tînin.”

“Dema hidayet tunebe ne eqil, ne ilê û ne jî serwet ne çare ye”

Tekdal di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di dema cahiliyê de Îslam însanan ji nava zulumat û zilletê rizgar kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hidayet navê ji tarîtiyê xelasbûnê û gihaştiina nûrê ye. Ji bo ji tarîtiyê xelasî pêk bê eqil, serwet û ilm pere nake.Dema ku hidayet tunebe ev yek ne çareserî ne.Pêwîst e menba û çavkanî hîdayet, îman û Îslam e.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye