Jiyana malbatên ku PKKê wan mexdûr kiriye

ŞERNEX - Her weke ku tê zanîn li Şernexê ji teref PKKyiyan ve çal hatin vedan û barîkat hatin danîn, her wiha li navenda bajêr hêj operasyon berdewam dikin.Ji ber van operasyon, çal û barîkatan malbatên ku li Şernexê dijiyan mecbûr dimînin ku koç bikin

350 kesên ku ji ber çal, barîkat û operasyonan mecbûr mane navendê terk bikin û li gundê Milgaşantiyeya girêdayê navenda Şernexê bi cî bibin a niha ji xwe re kon vedane û di nava konan de dijîn.

350 kes li Milgaşantiyê di konan de bi cî bûn

Malbatên ku malên wan ji teref PKKyiyan ve bi teqemenîyan hatine dagirtin, dîwarên malên wan hatine şikandin û wek qerargahê tên bikaranîn mecbûr man ku navendê terk bikin û li Milgaşantiyê kon vedan.Malbatên ku ji navendê koç kiribûn û mexdûr bûbûn  a niha dixwazin ku ev operasyon demildest bi dawî bibin û vegerin malên xwe.

Di derbarê mijarê de Naîm T. ê ku mexdûr bûye û mecbûr maye ku navendê terk bike a niha di konekê de bi cî bûye.Naîm T. di derbarê mijarê de derd û kulên xwe wiha anî ziman: “ Ji ber ku derfeta min tune bû ez hatim vê derê.Operasyon ew ê kêngî xelas bibin , em ê kêngî vegerin malên xwe ez nizanim. Ez hêvî dikim di demeke kin de ev bûyer xelas bibin û em vegerin malên xwe.Xweda Teala bela wan kesên ku ji vê yekê re bûne sebeb bide.”

 “Ji ber ku derfet û îmkanên me tune ye em li vê derê ne”

Kesê bi navê Îdrîs A. jî  di derbarê mijarê de diyar kir ew bi sed zehmetiyê hewl didin di nava konan de bijîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wan kesên ku qestî hizûr û refaha memleketê kirine hewaleyî Xweda Teala dikin.”

Her wiha kesa bi navê Saadet B. jî  di derbarê rewşa malbata xwe de wiha axivî: “Halê Şernexê di holê de ye.Em ji ber vê yekê hatin vê derê.Ji ber ku weke kesên din derfeta me tune bû em nikaribûn herin bajarên din, em mecbûr man ku werin vê derê. Halê me ne tu hal e. Di nava rojê de çadir germ e, êvarî jî serma ye. Zarokên min tev nexweş in. Em ji malên xwe bûn.Zarokên me berîya mektebên xwe me jî berîya malên xwe kiriye.”

Her wiha di derbarê mijarê de muxtarê gundê Milgaşantiyê jî wiha axivî: “Ji ber rewşa malûm a Şernexê 350 kes hatin gundê me û bi vî awayî nûfusa me zêde bû. Ji ber zêdebûna vê nûfusê jî li gund pirsgirêka ceyranê rû da. Her wiha me dîlekçeya xwe da Qeymeqamtiya Cizîrê da ku alîkariya madî bê kirin. Em hêvî dikin ku ev bûyer bi dawî bibin û aşîtî û hizûr were.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye