Jiyana Sazkerê Cema’eta Hîzbûllah (Şehîd Huseynê Mala Welî) 2

Şehîd Rêber Huseyînê Mala Welî; dema temenê wî bû neh sal, bi malbatî hatin li Êlihê bicîbûn. Dema hatin Êlihê wî jî li dibistanê qeyd kirin, lê belê li gor hevalên xwe temenê wî hinek mezin bû.

Wergêr: ‘Emmar Eyyûbî

Kurte Jiyana Wî

Yên ku li Kurdistanê jiyane dizanin, berê gelek kesan ji Kurdistana Tirkiyê qeyda xwe li nifûsê çênedikirin, gelekan jî dereng çêdikirin. Di dema me de dahî gelek kes hene ku qeydiya zarokên xwe dema tê temenê mektebê an jî dema ‘eskeriya wî tê çêdikin. Dema ku pişt re qeydiyê xwe jî çêdikin bi piranî yekê meha yekem weke ku hatibe dinyê nişandidin û wê salê jî li gor bûyerên di wê salê de qewimîne eşkere dikin. Şehîd Rêber jî ji ber vê yekê bi awayekî tam tarîxa wîladeta wî neketiye qeydiyên nifûsê.

Şehîd Rêber Huseyin ê Mala Welî; li gor qeydiyên fermî 01.01.1952a de li Êlih/Batmanê hatiye dinyê. Navê gundê ku lê ji dayika xwe re çêbûye “Gundê Xiro” ye. Navê bavê wî; Osman, navê diya wî; Fatîme ye. Malbata wî çarê wê keçik û heftê wê jî kur 13 nefs bû.  Malbata wan ji “’Eşîra Hebizbinî” ye. Ev ‘eşîr li Êlih û dora wê gelek ‘eşîreke mezin e. Bavê wî û diya wî gelek mirovên dîndar bûn. Ji ber vê yekê hê di biçûkatiya xwe de Şehîd Rêber, exlaq û kesayetekî Îslamî di xwe de bi cî kir. 

Hê li gund dema temenê wî bû şeş-heft, li ba melayê gund Mela Muhammed dersa Quranê xwend. Tehsîla wî ya yekem ev bû. Ji ber ku li gund dibistan nîn bû, dema ku li gund bûn nediçû dibistanê.

Şehîd Rêber Huseyînê Mala Welî; dema temenê wî bû neh sal, bi malbatî hatin li Êlihê bicîbûn. Dema hatin Êlihê wî jî li dibistanê qeyd kirin, lê belê li gor hevalên xwe temenê wî hinek mezin bû. Dibistana Seretayî/Îlkokul li Dibistana “Seretayî a Devrîm”ê xwend (Ev dibistan pey re navê wê bi Dibistana Seretayî a Mehmet Akîf hat guherandin), Dibistana Navîn jî li Dibistana “Navîn a Sîte yê” xwend (pey re navê vê dibistanê jî bi Dibistana “Navîn a Petrolê” hat guherandin). Lîseyê jî li Lîseya Şevî a Mêrdînê xwend û pey re dest bi zanîngehê kir. Pey ku Zanîngeha Enqerê “Fakulteya Zanîna Siyasî” Beşa Maliyê qedand nexwest ku bibe wezîfedar, li Êlihê îqamet kir û bi fe’eliyetên Îslamî mijûl bû.

Li gor qeydên fermî paşnavê malbata Şehîd Rêber, “Durmaz” bû. Lê ji malbata şehîd Rêber re di nav gel de dihate gotin: “Mala Welî” û bi vî awayî dihatin naskirin. Sedemê ku ji wan re dihate gotin “Mala Welî” jî ew bû ku; kalê Şehîd Rêber “Welî” di sala 1916an de çûbû cenga Ûris û şehîd bibû. Li gor fermiyetê kalê Şehîd Rêber Welî 20.07.1916 ê de wefat kiriye. Welî, 39 saliyê xwe de şehîd ketiye û di pey xwe re du zarokên sêwî hiştiye. Her du bira; Osman û ‘Ehmed sêwî mezinbûne û ji ber vê bûyera hanê ji wan re hatiye gotin: “Mala Welî”. Bi sedem ku neviyên şehîdekî cenga Ûris bûn, birayên Şêhîd Rêber di nav hev de li hevkirin û paşnavê xwe yê ku “Durmaz” bû bi “Welîoğlû/Mala Welî” guhartin. Dema paşnavê xwe guhartin sal 1978 bû. Pey vê tarîxê êdî navê Şehîd Rêber di nasnameya wî de bi awayê “Huseyîn Welîoğlû” hat nivîsandin.

Beriya guhertina paşnavê wî, agahiyên wî yên di qeydiyên fermî de bi vî awayî bûn:

Nav û Paşnav:..................................Huseyîn Durmaz
Navê Bavê Wî: ..........................................Osman
Navê Diya Wî: ............................................Fatîme
Dîrok û Ciyê Wîladeta Wî: ....................Kercews 01. 01. 1952
Bajar: .....................................................Mêrdîn
Qeza: ...............................................Kercews
Nahiye:..............................................Kayapinar
Gund:.................................................Xiro
Reqema Xanî:.................................................3
Reqema Cîld:...............................................8
Reqema Rûpel:............................................67
Rêveberiya Nifûsê Yê Ku Hatiye Dayînê:....................Kayapinar

Şehîd Rêber, di sala 1978an de zewicî û pey re maliyên xwe bi xwe re bir ‘Enqera û li wir îqamet kir. Pey salekî malbata xwe vegerand Êlihê.

Di sala 1979an de; bi hevalên xwe re li Êlihê Cema’etê damezrand. Pey vê bi awayê veşartî fe’eliyetên xwe da destpê kirin. Di gel vê, ji ber ku hê mekteba xwe didomand têkiliyên xwe yên li ‘Enqerayê nebirîbû. Diçû û dihat û têkiliyên xwe yên bi hevalê xwe re zindî dihişt. 

Di sala 1980hî de Zanîngehê qedande. Di vê navberê de di şîrketeke taybet de xebitî.

Di sala 1981ê de dîsa bi malbata xwe re çû Enqerê û li wê derê îqamet kir. Lê pey 7 mehan dîsa maliyên xwe şande Êlihê, ew jî pey du sê meha vegeriya Êlihê. 

Di Adara 1982an de, çar meha li Manîsa/Kirkağaç ‘eskerî kir.

Di sala 1983an de pey vekirina Pirtûkxaneya ‘Ilim, êdî Diyarbekirê ji xwe re kir navend.

Di sala 1988an de li Diyarbekir dest bi rûniştinê kir. Mala wî ya yekem li mehella Şehîtlixê, a duyem jî li Bağlarê bû. Pey ku polîsan bi ser mala wî a li Bağlarê de girtin demekî li mehella Ofîsê xwe veşart. Di navbera salên 1983-1991î de li Diyarbekirê ma. 

Pey xebatên heşt sal yên gelek bi tebat bi PKKê re şer destpê kir. Bi van bûyeran re û di encama van mercan de, Şehîd Rêber, êdî xwe veşarte û pey demekê çû Mêrdîn.

Di sala 1991ê de li Mêrdînê dest bi rûniştinê kir.

Di navbera salên 1991–1995an de li Mêrdînê karên Cema’etê bi awayê veşartî domande. Pey re ji ber zordariya şert û mercan li Edenê bi cî bû. 

Di sala 1995an de çû Edenê û li wir rûnişt. Heya sala 1997an li Edenê xebatên xwe domand. Pey re ji ber ewlehî û şertên ne minasib derbasî Konya yê bû.

Di sala 1997an de li Konya yê îqamet kir û li vê derê heya sala 1999an xebat û fe’eliyetên Cema’etê bi awayekî dizî domande. Ji ber hinek bûyerên li vira qewimîn, li wir jî êdî nema û çû li Stenbolê bi cî bû.

Di sala 1999an de li Stenbolê dest bi îqametê kir. Pey ku bi ser îqameta wî a li Stenbolê salek derbas bû, di 17ê Çileya sala 2000î de ji alî hêzên bi sîleh yên Rejima Kemalîst, bi ser mala wî ve hat girtin. Di encama vê operasyona ku li Mehella Beykozê, li kolana Kavacik, Muhendîs Çikmazê li mala tê de dima hat kirin giha merteba şehadetê.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar