Jiyanameya serokwezîrê nû yê Iraqê

Jiyanameya serokwezîrê nû yê Iraqê

Hevpeymaniya Niştimanî duh, duşemê, bi fermî Heyder Ebadî wek namzedê xwe bo kursiyê serokwezîriya Iraqê diyar kir û serokomarê Iraqê jî bi fermî re namzed bo pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê, spart.

Di civînekê de bi amadebûna 180 parlementerên Hevpeymaniya Niştimanî,  ku ye erebên Şîe ye, bi piraniya 127 dengan Ebadî hat hilbijartin bo kursiyê serokwezîrê Iraqê, piştre bi nivîseke fermî ku îmzeya Serokê Hevpeymaniya Niştimanî, Îbrahîm Caeferî li ser bû, navê Heyder Ebadî bo Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm hate şandin.

Berî niha Ebadî serokê komîteya darayî bû li Parlementoya Iraqê û di xulê niha yê parlementoyê de cîgirê yeke yê serokê parlementoyê bû.

Jiyanameya Heyder Ebadî

1952an li Bexdayê ji dayik bûyê. Bavê 3 zarokane.

Bavê wî pizîşk bû û rêveberê nexweşxaneya derûnî bû li Bexdayê û piştre bû rêveberê giştî yê tendirûstî li serdemê hikûmeta Baes de.

Li Brîtanya master û doktora di warê elektronîk û elektrîkê de kiriye.

Sala 1983an, ji ber çalakiyên siyasî li dijî rejîma Baes pasporta Iraqê jê hat standin.

Di sala 1993an de bû berpirsê rêxistina pêşkeftin a teknolojî û veguhstina bilez li Brîtanya.

Wezîrê peywendiyan bû di hikûmeta Iraqê de sala 2004an û piştire di sala 2005an de bû şêwermendê seokwezîr.

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar