“Kameramanê" ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de çek destê wî de hebû hat serbestberdan

Hat ragihandin “Kameramanê" ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de çek destê wî de hebû hat serbestberdan.

Nûçegihanê berê yê Gelê Kurdistan TVyê yê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de balan kişandibû li ser xwe di operasyonên ku berî vê çendakî li Diyarbekirê li dijî PKKê hatibûn lidarxistin de hatibû binçavkirin.Hat diyarkirin “Kameramanê" ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de çek destê wî de hebû hat serbestberdan.

Li gor agahiyên ku hatine wergitin  di operasyonên ku li Diyarbekirê di 25ê Tîrmehê de li dijî PKKê hatin lidarxistin de Rojhat Dogruyê ku Kameramanê NRT TVyê ye  hatibû binçavkirin. Doguyê ku doh sewqî mehkemê hat kirin  bi şertea derneketina derveyî welêt û serê sê rojan carekê li ewlehiyê îmze avêtinê bi darizandina negirtî hat berdan.

Hat hînbûn kesekî ku di wan bûyerên 6-7ê Cotmehê de mexdûr bûbû di derheqê Dogu de gilîdar bûye û li ewlehiyê jî wî teşhîs kiriye.

Rojhat Dogruyê ku di vîdyoyên ku di wan êrîşên ku di 6-7ê Cotmehê de  hatine kişandin de  tê xuyakirin û li gor agahiyên ku şahidan dane li cem PKK/HDPyiyan cî girtiye û  di nav komên rûnixûmandî û çekdar de çûye û hatiye.

Rojhat Dogruyê ku  di wan êrîşên ku tê de Yasîn Boru û hevalên wî yên ku goştê qurbanan belav dikirin hatin şehîdkirin de wek nûçegihanê Gelê Kurdistanê di nav PKK/HDPyiyan de hat dîtin, piştî ku salek ji ser êrîşan re derbas bû re  di organîzasyona ku ji teref Cemiyeta Rojnamegerên Rojhilata Başûr ve bi beşdarbûna Waliyê Diyarbekirê, serokê şaredariyê, dozgerê komarê û midûrê ewlehiyê hat tertîpkirin de bi xelata ‘Rojnamegerê Serkeftî yê Salê’ hat xelatkirin ku ev xelatkirin di nezdê raya giştî de bû sedemên tund û bi rojan li ser vê meselê hatibû axavtin.(ÎLKHA)








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe