AFADê îfade kir ku wê ji bo êzîdiyên ku ji ber pevçûnan ji herêma Sîncar û Şengalê reviyane, li bajarê Zaxoya herêma Kurdistanê kampeke bi kapasîteya 16 hezar kesî ava bike.
Li gorî agahiyên ku ji AFADê hatine hildan, ji ber pevçûnan pirê wan êzîdî, 200 hezar kes ji herêma Sîncarê xwe spartine Duhoka Herêmê û herêma Rojavayê. Tê gotin ku hejmara êzîdiyên reviyane Rojavayê, di navbera 30 û 40 hezarî de ye. Nêzî 100 hezar êzîdî jî xwe spartine Duhok û Zaxoyê.
Tîmên AFADê dan zanîn ciyê ku wê lê kampê ava bikin tesbît kirine, bi avakirina kampê ew ê ji 16 hezar êzîdiyan re îmkana starîyê peyde bibe.
Li aliyê din ji roja ku pevçûn dest pê kirine û vir ve nêzî 2 hezar êzîdî di deriyê sînor ê Xabûrê re derbasî Tirkiyê bûne.
Hêva Sor a Tirkiyê 40 hezar nivîn û bettaniye, tirek bîskuvî û av gihandin êzîdiyên ku xwe spartine Silopîya Şirnexê.
Çınarın Sesi