ÎHO EBRARa sazîya alîkariyê ya navneteweyî, civîna xwe ya şêwrê ya 3an, bi rojeva Boraqên 2014an li bajarê Den Haaga bajarê Hollandayê pêk anî. Temsîlkarên saziyê yên Hollanda, Belçîka, Îngîltere û Fransayê tevlî civînê bûn.
Civîn di serokatiya Dr. Ebdurrehman Alpsoy de pêk hat û rojeva civînê boraqên 2014an bû. Temsîlkaran di heqê kampanyayên Qûmpere, malbata bira û alîkarîya acîl de agahî dan.
Serokê saziyê Dr. Alpsoy da zanîn ku hedefa wan ew e ku xwe bighînin bêtir mezlûm û mexdûran. Dil dikin ku îsal tenê li Hollandayê hezar boraq berhev bikin. Her wiha diyar kir ku bedêla qurbanên îsal, ji bo Tirkiye û Filistînê 180 yuro, ji bo Efrîka û welatên Asyayê jî 80 yuro ye.