Kampanyaya Îmzeyê

Fîkret Bayram wicûda wî ji sedî 92 nalebite û ev serê 14 sal e di hepsan de ye

Kampanyaya Îmzeyê
Jı Bo Fîkret Bayram Kampanyaya Îmzeyê Dewam Dıke

Fîkret Bayram wicûda wî ji sedî 92 nalebite û ev serê 14 sal e di hepsan de ye. Digel raporên wî jî serekcimhûr wî effû nake. Ji bo berdana Fîkret Bayram, bi alîkariya nîvîskara Zeyneb Bozdaş, çendakî berê kampanyaya îmzeyê ya li ser înternetê hatibû li dar xistin. Kampanya rağbet dît. Niha hejmara îmzeyan 16 hezaran derbas kiriye. Eger bigihêje 20 hezarî wê ji Serekcimhûr Ebdullah Gul re bê şandin.

Ji bo kampanya îmzeyê, ji hepsa Gîresûnê jî destek hat. Di hepsê de hinek mehkûm û girtî ji bo azadî û berdana Fîkret Bayram, dest bi îmzekirinê kirin. Mehkûman îfade kir ku îdarevan xwe li korbûniyê datînin, belkî bi vê kampanyayê çavê xwe vekin, hal û rewşa Fîkret Bayramê bifelç bibînin.

Ji hepsa Gîresûn a tîpa Eyê Ayetûllah Uluişik, Mahsûn Nazli, Hayrettîn Şayik, Ferît Fîlîtoğlu, Murathan Barslan û Serwet Yoldaş, mektûbek şandin. Di mektûba xwe de dan zanîn ku belkî ev kampanya, çavê koran ronî, guhê kerran bihes, îdarevanên nehestewer bihîzyar bike.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin