Kanada, îzna lîsansa firotina 30 çekan a ji rejîma îşxalker re rawestand

Kanadayê, daxuyand ku ew ji 7ê Cotmehê vir ve ji rejîma îşxalker ku li Xezzeyê qirkirinê bikartîne re ji bo frtorina çekan 30 lîsansan rawestandin.

Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Melanie Joly, derheqê meseleya destekdayîna leşkerî ya ji rejîma îşxalker re ku li Xezzeyê qetlîam dike de nirxandinan kir.

Joly, destnîşan kir ku ew ji bo firotna çekan 30 îznan rawestandine û cebilxaneya ku ji teref Kanadayê ve tê çêkirin jî bi şîrketekî Emrîqayê ji rejîma îşxalker re dihat firotan û ew peyman hat betalkirin.

Joly, îfade kir ku di demeke dirêj e ku firotina çekên Kanadayê a li ser welatekî dinê ji rejîma îşxalker re meseleyeke nerazîbûnê bû, wê îfade kir ku firotina çekan a li ser şîrketa General Dynamics a Emrîqayê “qethîyen qedexe ye”

Joly, weha got, “Emê bi tu şeklî ji Xezzeyê re çek an jî cebilxaneyan neşînin. Nuqte.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno