Tîrmehê Karaaslanê HUDA PARî yê ku şeva 15ê Tîrmehê piştî teşebusa derbeyê hatibibû qetilkirin bi beşdarbûna bi hezaran kesan nimêja cinazeya wî hat edakirin û dûvre Karaaslan li Stenbolê hat definkirin.
Endamê HUDA PARê Mehmet Karaaslanê (38) ku li dijî teşebusa derbeyê berxwe dabû û ji ber vê yekê ji teref derbekeran ve hatibû qetilkirin piştî ku miemeleyên wî yên li Adlî Tibê temam bû nimêja cinazeya wî hatibû edakirin û dûvre hatibû definkirin. Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahîn û Serokê Bajarê Stenbolê Erdal Elîbuyuk jî beşdarê merasîma cinazê bûn.
Mehmet Karaaslanê bavê 3 zarokan pitştî ku nimêja cinazeya wî li Mizgefta Îmam Azamê ya Yenî Bosnayê hat edakirin li Goristana Kocasînanê hat definkirin. Bi hezaran kes wek yek deng sloganên ‘FETO qeher bibe’ hat avêtin.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahîn li ser goristanê axavtinekê kir. Şahîn wiha destnîşan kir: “Ya bi jan û kovandar ew e ku derbeyên berê ji teref alîgirên çep û Kemalîstan ve pêk dihat. Lê ev teşebusa vê derbeyê ji teref kesên ku xwe bi Îslamê nasîn û Îslamê ji xwe re dikin amûr ve pêk hat. Ev derbe, derbeya kesên ku Îslamê ji xwe re dikin amûr ji bo berjewendiyên Emrîka û Îsraîlê dixebitin e. Xweda firset neda wan. 2 roj berê rastî ev welat pêvajoyekî pir dijwar derbas kir.” (ÎLKHA)