Karadagî:" Kurd her tim alîgirê aşîtîyê ne”

Alîkare serokê Yekîtîya Aliman Cîhanê Elî Karadagî di sempozyûma “Di Rojhilata Navîn da Kurd û Aşîtî” de ragihand ku kurd heta îro her tim alîgirê avakirinê û hevkarîyê ne

Elî Karadagî, di sempozyûmê de axavtinekê bi navê “ Avakirina di Aşîtîya Rojhilata Navîn de Erka Kurdan” kir. Karadagî di derbarê çîyayê Cûdî de got Xwedê emr kir ku keştîya Hz. Nûh xwe li ser çîyayê Cûdî birawestîne. Çîyayê Cûdî û derdora Cûdî cihên aramîyê û aşîtîyê ne.  Heger Xwedê ji me re beyan kiribe ku çîyayê Cûdî û derdora wî cihê aşîtîyê û aramîyê ye, ev jî dîyar dike ku ev taybetîya wê heramê baqî ye. Her wiha ev taybetî ji wê rojê heta roja me gihaştîye û hêj jî ev taybetî di mirovên wê heremê de heye.”

Karadagi axavtina xwe wiha domand: “Xelkê kurd di avabûyîna şaristanîya aşîtî de  xwedîyê kedeke mezin  in. Xelkê kurd, di dîrokê de him ji bo mirovatîyê him jî ji bo tarîxê gelek xizmet kirine û  xelkê kurd miletekî asîl e.”

“Divê ev mesela kurd bi hîzbeke yan komeke tenê re newe têkîldar kirin”

Karadagi  her wiha di  axavtina xwe de li ser mijara pirsgêreka kurd de jî axivî. Karadagî li ser vê mijarê  wiha îfade kir: Divê ev mesela kurd bi hîzbeke yan bi komeke tenê re newe têkîldar kirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar