Karadaviyî Ğezze Ziyaret Kir

Di serokatiya Yûsûf el Karadavî de, heyeta yekîtiya alimên musluman, serdana Ğezze kir. Heyeta ku ji 54 kesan pêk tê, di deriyê Refahê yê sînor re derbasî Ğezzeyê bû.

Di serokatiya Yûsûf el Karadavî de, heyeta yekîtiya alimên musluman, serdana Ğezze kir. Heyeta ku ji 54 kesan pêk tê, di deriyê Refahê yê sînor re derbasî Ğezzeyê bû.

Heyet ji aliyê serekwezîr Îsmaîl Heniyye ve hat pêşwazî kirin. Heniyye wiha got “Şêx Karadavî û alimên Îslamê, bi fetwayên cîhadê û gotinên xwe yên ku piştevaniya xelkê Fîlîstînê dikin, bûne şirîkên zafera berxwedanê.”

Karadavî jî wiha got “Em hatin Ğezzeyê da ku, ehda xwe ya xebatê nû bikin. Hemî alimên musluman, ji bo azadî û yekîtiya Fîlîstînê dixebitin. Cara paşîn min di 1958an de Ğezze ziyaret kiribû. Bihara Ereb bû wesîle ku, serdana Ğezzeyê bikim. Em soza xebata ji bo azadiya her bihost erda Fîlîstînê didin. Em hemî eskerên Îslamê ne. ”

Tê hêvîkirin ku, heyet mala Şehîd Şêx Ehmed Yasîn ziyaret bike û tevlî konferanseka di heqê Îlmên Îslamê de bibe. Karadavî dixwaze beriya vegerê di camiya El Umrî de xutba înê bide. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin