Rejîma terorê Îsraîl, dixwaze li Qûdsê li ser mezergeha herî kevn ya muslumana, înşaatan ava bike. Ji ber vê yekê muslumanên Fîlîstînê tepkî nîşan dan.
Li Qûdsê mezergeha Mamîllayê, ya herî kevn e û tê de cenazeyên eskerên Eyyûbiyan, Osmaniyan û malbatên Fîlîstînî veşirtî ne. Heta niha li derûdora wê, siyonîst Îsraîl înşaatan radike. Ji ber vê yekê jî, marûzî talûka windabûnê bûye.
Grûbek Fîlîstînî, li ber mezergeha Mamillayê civiyan. Êrîşên li ser mezergehê, plana rakirina muze, klûba şevê û pînka kûçik protesto kirin.
Midûrê Mescîda Eqsayê Nacîh Bûkeyrat, wiha gazî Fîlîstîniyan kir “Ji ber rêgirtina li ber plana çêkirina muze, klûba şevê û pînika kûçik, cenazê miriyên xwe li mezergeha Mamillayê defin bikin.”
Bûkeyrat da zanîn ku, siyonîst Îsraîl ji bo reng û rûyê muslumantiya Qûdsê biguherîne, êrîşî mezergehê dike. Bûreykat wiha got “Di 1935an de yahûdiyên nêzî mezergehê, çopa xwe diavêtin ser mezergehê. Di 1938an de jî ava kinalê bera ser dan. Di salên paşî de li mezergehê, ji bo kinalê bîr hatin vedandin.”
Bûreykat diyar kir ku, siyonîst dest daye goleteke mezergehê. Îfade kir ku alema Îslamê, xwedî mesûliyeta parastina mezergehên xwe ye û bangî Tirkiyê kir ku têkeve hereketê.