Kardeş Dera Erxenî dest bi alîkarîyên meha Remezanê kir

Kardeş Dera ku li Erxenîyê fealîyet dike ji ber munasebeta meha Remezanê ji jar û feqîran re alîkarîya erzaqê kir.

Kardeş Dera ku endamê Platforma Alîkarîyê ya Umut Kerwanî di çarçoveya meha Remezanê  dest bi alîkarîya feqîr û muxtacan kir. Hat diyarkirin ku ew ê komele heta dawîya meha Remezanê alîkarîyên xwe ji bo jar û feqîran bidomîne.

Mustafa Oz ê ku Serokê komisyona alîkarîyê ya Kardeş Derê ye di derbarê alîkarîyên ku tên kirin de wiha axivî: “Kardeş Der weke ku her sal di meha Remezanê de ji jar û feqîran re alîkarîyê dike bi heman awayî ew ê îsal jî alîkarîyên xwe di vê meha Remezanê de bidomîne.”

Oz wiha dawî li axatina xwe anî: “ Me îsal ji bona wan feqîr û jarên ku me berî niha tesbît kiribû re paketên erzaqan amede kir. Bi izna Xwedê em ê heta dawîya meha vê Remezanê alîkarîyan ji bona jar û feqîran bidomînin.(İLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin