Karker ji bo hevalên xwe yên ku ji kar hatine derxistin çalakî li dar xistin

ÊLIH - Xebatkarên DEDAŞa Batmanê ji ber ku hevalên wan ji kar hatine derxistin çalakîya dev ji kar berdanê li dar xistin.

DEDAŞ  4 xebatkarên xwe yên ku di bunyeya wê de dixebitîn bi îddîaya bi şikleke baş nekirina kar ji kar derxist.Karkerên ku ji ber vê sedemê li ber Midûrtiya DEDAŞa Dîclê civiyan ji bo ku ji hevalên xwe yên ku ji kar hatine derxistin re bibin destek  çalakîya dev ji kar berdanê li dar xistin.Karker bi sloganên ku avêtin ji kar derxistinan re bertek nîşan dan.

Li ser navê karkerên ku ji kar hatine derxistin Feyzî Bademcî axavtinek kir.Bademcî di axavtina ku kir de wiha destnîşan kir: “Bi hinceta kêmbûna performansa kar digel min 3 hevalê min din jî ji kar derxistin.Hevalên me yên ku ji rewşê haydar bûn dev ji karên xwe berdan û hatin vê derê da ku destekê bidin me.Dibêjin ew ê dewama van derxistinan bê.Em ê ji vê zilmê re razî nebin.Gelemperî dema ku ji kar derdixin dibêjin ‘paralelvan e’ û ji kar davêjin.Ger ku me cardin negirin em ê çalakîya xwe ya heqdar bidomînin.”

Rayedarên DEDAŞê jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ew kesên ku hatine derxistin ji ber kêmbûna performansa kar ji kar hatine derxistin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye