Karkerê ku ji înşeatê ket jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin ku li navçeya Qosera Mêrdînê kesekê ku karkerê înşeatê bû ji qeta 8emîn ya înşeatê dakete jêrê û jiyana xwe ji dest da.

Bûyer li taxa Aşîtîya navçeya Qoserê qewimî. Li gor agahîyên ku hatine bi dest xistin  duh nêzî saet di 17.30an de li pişta lojmanên polîsan a TOKÎyê li înşeatekî şexsê bi navê Îslam Bayat(17) ji ber sedemekê ku nayê zanîn  ji qeta 8emîn ya avahîyê dakete erdê û jiyana xwe ji dest da.

Cinazeya Bayat ê ku di encama ketinê de jiyana xwe ji dest daye ji bona otopsîyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Dozgerî di derbarê bûyerê de lêpirsîn da dest pê kirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin