Karkerên ku di êrîşa PKKê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

Karkerên ku li Gevera Colemêrgê di êrîşa PKKê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin.

PKK berî vê çend rojan êrîş bir li ser karkerên ku di xeta ceyranê ya ku li Gevera Colemêrgê bo baregaha eskerî ya li herema Çobannpinari re dihat kişandin de dixebitîn. Di encama êrîşa ku hat kirin de karkerên bi navê Sabrî Ozdel(40) û Hazim Şahîn(35) jiyana xwe ji dest dan.

Karkerên ku di êrîşa PKKê de jiyana xwe ji dest dan piştî nimêja cinazê ya ku hat kirin re li goristanê hatin definkirin.

Qeymeqamê  Geverê, Wekîlê Serokê Şaredariyê û gelek kesên din beşdarî merasîma definkirinê ya karkeran bûn.

Hat ragihandin karkarê bi navê Fendî Yuzgeç ê ku di êrîşa PKKê de giran birîndar bûbû dê sewqî Enqerê bê kirin.

ÎLKHA

 



















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin