Karkerên ku li Somayê miribûn tên bi bîr anîn

301 karkerên ku 13ê Gulanê ya sala 2013an de li navçeya Somayê ya girêdaye Manîsayê ye di bûyera madenê de jiyana xwe ji dest dabûn wê bên bi bîr anîn.

301 karkerên ku 13ê  Gulanê ya sala 2013an de li bajaroka Somayê ya girêdaye Manîsayê ye  di bûyera madenê de jiyana xwe ji dest dabûn  ji ber salvegera mirina wan wê bên bi bîr anîn. Bernameya bi bîr anînê bi vekirina goristana Şehîdên Madenwanan ew ê dest pê bike.

Goristana Şehîdên Madenwanan a ku ji teref Şarederîya Mezin a Manîsayê ve hatiye çêkirin  wê saet 11.00an de bi xwendina mewlûdê bê vekirin. Êvarî jî ji bo wan madenwanên ku jiyana xwe ji dest dabûn li Ulu Camîîyê mewlûd bê xwendin. Her wiha sendîqaya Maden Îşê jî dê di navbera 17.00 û 20.00an de li ber avahîya î qeymeqamtîyê bernameyek li dar bixe û ji bo miriyan dê mewlûd û Qur’ana Kerîm bide xwendin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin
Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"