Karwana Hêvîyê banga alîkarîya perwerdehîyê li xêrxwazan kir

Weqfa Însanî ya Kerwana Hêvîyê ji ber destpêkirina heyama nû ya perwerdehîyê bi dirûşmeya “Ber bi Rojên Bi Hêvî ve” banga alîkarîyê li xêrxwazan kir.

Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Kurtaran di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir ew him li nava welêt û him jî li derveyî welêt ji bo xwendekarên ku rewşa wan a îqtîsadî ne baş e xebata alîkarîyê dane destpêkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me ji bo zarokan di bin navê “Paketa Destekê ya Perwerdehîyê” bi dirûşmeya “Ber bi Rojên Bi Hêvî ve” xebatek da destpêkirin. Mesrefê kampanyayê 500 tl ye. em ê bi saxîya vê yekê him li nava welêt û him jî li derveyî welêt ji bi hezaran zarokên êtîm û mixtac re alîkarîyê bikin. Em ê alîkarîyên xwe berî ku mekteb dest pê bikin belav dikin. Em ji ber vê yekê bang li xêrxwazan dikin da ku di vî warî de ji me re bibin alîkar.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno