Karwana Hêvîyê li Bedlîsê ji bi dehan malbatan re kolîyên alîkarîyê belav kir

Karwana Hêvîyê ya Bedlîsê, bi alîkarîya xêrxwazan li navenda bajêr ji bi dehan malbatan re kolîyên alîkarîyê belav kir.

Karwana Hêvîyê, li Tirkîye û ji 20an zêdetir welatan ji feqîr mexdûran re dibe hêvî.

Bi taybetî piştî erdhejê navê Karwana Hêvîyê gelek hat bihîstandin û bi alîkarîyên ku ji Xezzeyê re kir re jî di dilê însanan de cîheke baş girt.

Kolîyên ku li Bêdlîsê bi alîkarîya xêrxwazan hatin amadekirin, ji malên mihtac ên ku berê hatibûn tespîtkirin re hatin teslîmkirin.

Temsîlkarê Bêdlîsê yê Weqfa Karwana Hêvîyê Îsmaîl Elban, îfade kir ku ew bi tevî desteka xêrxwazan ji mihtacan re alîkarîyê dikin.

Elban axivî û weha got, “Em wek Karwana Hêvîyê xebata belavkirina kolîyên zexîreyê kir. Dil dixwest ku em ji gelek malbatan re destê xwe dirêj bikin. Gelek xebatên me hene, yanê van xebatên me jî ne tenê li bêdlîsê ye, em li Xezzeyê jî xebatan dikin. Karwana Hêvîyê li çar alîyê dinyayê ji hewcedaran re dibe hêvî. Em jî di vî warî de dixebitin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê