Karwana Hêvîyê ya Wanê ji 510 malbatên feqîr re alîkarî kir

Karwana Hêvîyê ya Wanê li tevahîya wanê di bergeha xebatên ku berî hatibûn destpêkirin deji 510 malbatên feqîr re alîkarîya erzaqê kir.

Seîd Koçê Serokê Komîsyona Tespîtê ya Karwana Hêvîyê ya Wanê derbarê alîkarîyên ku hatin kirin de daxuyanîyek belav kir.

Koç, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew ji bo kesên feqîr û jar xebatên xwe yên alîkarîyê zêdetir kirine û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Di vê mehê de jî me ji wan birayên xwe yên ku ji ber şoba coronavîrusê bêkar mane re alîkarî kir.Kesên ku nikaribûn werin komelê û alîkarîya ku dê em ê bidin wan bigirin me alîkarî bir devê derîyê wan. Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike.”

Koç di berdewama daxuyanîya xwe de ji bo zêdetir alîkarî bê kirin bang li xêrxwazan kir  da ku ji wan re bibin alîkar.










İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn