Karwanê Hêvîyê ji malbata ku mala wan şewitîbû re alîkarîyê kir

Ji malbata Çinarîya Dîyarbekirê a ku xanîyê wan şewitîbû re, ji teref temsîlkarîya Çinarê ya Karwanê Hêvîyê ve alîkarî hat kirin.

Li gundê Kanîpanka Çinarê, xanîya Şakîr Gulçer şewitîbû û bûbû wek xwelîyê.

Temsîlkarîya Çinarê a Karwanê Hêvîyê, ji malbata ku xanîya wan şewitî re alîkarîya eşyayên malê û boyaxê kir.

Adem Yaşarê temsîlkarê Çinarê yê Karwanê Hêvîyê di daxuyanîya ku kir de weha got, “Xanîyê mallbata Gulçerê a ku li gundê Kanîpanka Çinarê ye şewitîbû û bûbû wek xwelîyê. Em bi alîkarîya xêrxwazên xwe ji malbata xwe re alîkarîya eşyayên xanî û boyaxê kir. ji ber ku xanîyên wan şewitîbû malbat mihtac bûbûn. Em ji bona malbata xwe ji xêrxwazan li hêvîya alîkarîyê ne.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Sêwiyan ji bo bi dehan sêwiyan li Cizîrê pêlav û kinc belav kirin
Li Mêrdînê du otomobîl li hev ketin: 5 birîndar
Li Dîyarbekirê di şerê navbera du koman de çar kes birîndar bûn
Li Wanê rêyên 102 wargehên bajêr ji bo trafîkê hatine girtin
Bi milyonan heb hatin desteserkirin